L'Internationale
Eugène PottierCURDO [5] / KURDISH [5] | |
KILAMA ÎNTERNASYONAL BI KURDÎ 1931 Rabin, emrê kê nifirî ye Qûlê birçî hemû dinyayê! Dikele dilê me yî tijî, Em hazir in li şera heta mirinê. Dinyê zor eme xirab kin Heta rikinê binî; paşê Emê dinya xwe teze çêkin, Kê netiştek bû, ew bibe hemû. Ew şerê me yî paşin e, Şerê kutabûnê ye; Înternasyonalê Wê dinyayê xilaz bike. Ew şerê me yî paşin e, Şerê kutabûnê ye; Înternasyonalê Wê dinyayê xilaz bike. Kesek nade me azadbûnê? Ne padişa, ne pelewan, Emê aza bibin xwe bidestê xwe. Wekî em vê zulmê welgerînin, Bidestê qewatî, Emê bistînin paşda malê xwe, Lêxin çakûça heta hesinî germ e! Ew şerê me yî paşin e, Şerê kutabûnê ye; Înternasyonalê Wê dinyayê xilaz bike. Her emin xebatçiya dinyayê Eskerê zexm cafa ye Xweliyê zeft kin extyarya me ye, Miftexwera qe tucara! Ew şerê me yî paşin e, Şerê kutabûnê ye; Înternasyonalê Wê dinyayê xilaz bike. Wekî bibe ringîn Seyê têr qesas hunda bibin, Dîsa erd ezman yê me ne, Wê bimîne ji me ra... Ew şerê me yî paşin e, Şerê kutabûnê ye; Înternasyonalê Wê dinyayê xilaz bike! | KILAMA ÎNTERNASYONAL BI KURDÎ 1935 Rabin emrê kê bi nifirî ye, Kî qûle, bindest û tezî ye, Diha dilê me dişewte, Diha diçin em ber bi şerr, Evê dinya kevn emê bikolin (hilşînin), Heta binî û paşê, Emê dinya xwe teze sekin, Ciyê lê tune ne qûl, ne eêciz. Eve merheba paşin (Eva ya şarê me yî paşin), Û şerrê mezin (Şerê kutabûnê), Întêrnasîonal Wê dinê xilaz ke. Tu kes nade me fireqtî ye, Ne egîtê dîn, ne padişa, Gerek em firêqetiya xwe, Em bi xwe dest bînin. Bo em nîrê stuiyê xwe zû hûr kin (Ku em nîrê stûyê xwe zû hûr kin), Û em xweliya xwe vegerrînin, Çakûça lê xin, qeweta xwe bidin, Hela hesinî germ e (Heta hesinî germ e). Eve merheba paşin (Eva ya şarê me yî paşin), Û şerrê mezin (Şerê kutabûnê), Întêrnasîonal Wê dinê xilaz ke. Her em pale û bindest, Emrekî me nedestdayî heye, Bêjin, xwelî ya me ye, me Dewletî, mufetexur wunda bin. Û kengê bobelîska mezin rabe, Kuçkê têr wunda bibin Dîsa erd û ezman, Jê menin, wê me ra bimînin. Eve merheba paşin (Eva ya şarê me yî paşin), Û şerrê mezin (Şerê kutabûnê), Întêrnasîonal Wê dinê xilaz ke. |